Artêşa Tirk a dagirker sûcên şer li Efrînê pêk tîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyarên hovane wekî ʺkuştin, tecawizkirin û dizîʺ li ser gelê herêma Efrînê pêk tînin.

Artêşa Tirk a dagirker sûcên şer li Efrînê pêk tîne
Artêşa Tirk a dagirker sûcên şer li Efrînê pêk tîne
Artêşa Tirk a dagirker sûcên şer li Efrînê pêk tîne
9 nîsan, 2018   11:03

NÛRHAT HESEN / EFRÎN

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê têne, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kuştin, destdirêjî û revandinê li ser gelê Efrînê dimeşînin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku gelê herêmê destek bide wan û destwerdana xwe ji herêmê re rawa bike, dixwaze rûyê xwe li hember gelê Efrînê spî bike.

Dagirkeriya Tirk malbatên ji Xûta Rojhilat li şûna welatiyên Efrînê bi cih dike. Bi vî awayî dixwaze demografiya herêmê bighure. Yek ji van mînakan jî, dewleta Tirk a dagirker li şûna mala rewşenbîrê Kurd Abdullah Qehreman ya  navçeya Şera, malbeteke  çeteyan li wir bi cih kirin.

Ji aliyekî din ve jî, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi behaneyên cûda sivîlên Efrînê dikujin.

Çeteyên Eniya El-Şamiya ya girêdayî Tirkiyê  welatiyê bi navê Neşet Silêman ê ji gundê Mîrkan a navçeya Mabata ye ji ber ku cil û bergên Kurdî  li xwe kiribû, kuştin. Ev yek jî diyar dike ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin çanda Kurdî li herêm Efrînê qir bikin.

Ji aliyekî din ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Mûdîrê Fakulteya Wêjeyê yê Zanîngeha Efrînê Abdulhemdî Şêxo duh revandin. Her wiha beriya çend rojan wênekêşa bi navê Dilşan Qere Gul jî revandin.

Herwiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên welatiyên Efrînê bi numre dike û paşê dişewîtine. Girîdayî mijarê çavdêriyekî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sed mal li Efrînê bi numere kirine.

Her wiha çavkaniyan ji Efrînê ji ajansa re raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 7 sivîl revandin û riyên sereke li kantonên girtine û tevgera erebeyan rawestandiye.

(bx)

ANHA