Gelê Minbicê cenazeyên 4 şehîdên xwe  birin goristana  şehîdan

Şêniyên bajarê Minbicê bi merasîmekê cenazeya 4 cangoriyan li goristana şehîdan a Minbicê oxir kirin.

Gelê Minbicê cenazeyên 4 şehîdên xwe  birin goristana  şehîdan
Gelê Minbicê cenazeyên 4 şehîdên xwe  birin goristana  şehîdan
Gelê Minbicê cenazeyên 4 şehîdên xwe  birin goristana  şehîdan
Gelê Minbicê cenazeyên 4 şehîdên xwe  birin goristana  şehîdan
2 nîsan, 2018   14:39

MINBIC - Şêniyên Minbicê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbicê û endamên Saziya Malbata Şehîdan cenazeya 4 şehîdan ji goristana bakurê Minbicê veguhestin goristana şehîdên Minbicê. 

Karwanê oxirkirina cangoriyên azadiyê cenazeya Salih El-Elî, Fadî El-Ehmed, Ibrahîm El-Ehmed û Mihemed Enwer Muslim ji goristana bakurê Minbicê berbi goristana cangoriyên Minbicê ve bi rêket.

Merasîm bi torena leşkerî ji aliyê hêzên Erka Xweparastine ve destpê kir. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ibrahîm Xelef di merasîmê de axivî û got,˝Em li pêşiya lehengiya şehîdan bejna xwe ditewînin.ʺ

Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandar Kendal Minbic jî wiha got,ʺEm destûr nadin ku tu hêz ewlehiya welatê me tehdîd bike û em ê welatê xwe ji hemû êrîşan biparêzin.ʺ

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Alî El-Cemîlî axivî û got,ʺEm ji hêzên xwe yên leşkerî bawerin ku biserbikevin  û me biparêzin.ʺ

Di berdewamiya merasîmê de nasnameya her 4 cangoriyan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Kefai El-Alî ve hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.

Piştî ku merasîm bi dawî bû, gel cenazeya her 4 şehîdan spartin axê.

(np)

ANHA