Li bajaroka Til Xezal navenda TEV-DEM`ê hate vekirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajaroka Til Xezal a girêdayî navçeya Şêran a kantona Kobanê bi merasîmekê navendeke xwe vekir.

Li bajaroka Til Xezal navenda TEV-DEM`ê hate vekirin
2 nîsan, 2018   14:52

KOBANÊ – Di merasîma ku bi dehan welatiyên bajarok tê de amade bûn, bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Xezal Fatime Çîçan axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Fatime da zanîn ku ev navend wê bibe cihê belavkirina aştî û hezkirinê di navbera hemû pêkhateyan de.

Ji rêveberên TEV-DEM`ê yê Kobanê Malik Mîtan jî axivî û vekirina navendê li beşdaran pîroz kir.

Piştî axaftinan, deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîd Dilşêr ve hate vekirin.

(kc)

ANHA