‘4`ê Nîsanê roja ronîkirina mirovahiyê ye’

Kongreya Star li herêma Cizîrê dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî mirohiyê û bi taybet jin pîroz kir.

‘4`ê Nîsanê roja ronîkirina mirovahiyê ye’
2 nîsan, 2018   12:33

NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star bi boneya 4`ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

˝ Roja 4`ê Nîsanê ji bo giştî mirovahiyê ronî ye, ev roj roja destpêkirina jina Kurd û giştî jinên Rojhilata Navîn a têkoşîne ye.

Bi riya fikir û ramanê Rêber APO riya qewmên bindest a têkoşîna, li hemberî desthilatdariyê ronî bû.

Rêber APO di sedsala 21`an de bû Rêberê aştiyê û şoreşa Rojava jî bi riya fikir û ramanê Rêbertî gihîşte destkefiyên mezin.

Berxwedanî û têkoşîna Rêber APO li hemberî zextên desthilatdaran didome. Em weke Kongreya Star girêdan û soza xwe ji Rêber APO re nû dikin. Soz didin ku têkoşîna xwe ya avakirina civaka azad û demokratîk berdewam bikin.

Em roja 4`ê Nîsanê li giştî mirovahî û bi taybet jin pîroz dikin.

(np)

ANHA