MSD‘ê bi rêxistinên Bakurê Sûriyê re civiya

Buroya Karûbarên Rêxistinan a Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) bi rêxistinên Bakurê Sûriyê re civiya.

MSD‘ê bi rêxistinên Bakurê Sûriyê re civiya
2 nîsan, 2018   13:33

GIRÊ SPÎ – Buroya Karûbarên Rêxistinan a Meclîsa Sûriyaya Demokarîk ku li navçeya Eyn Îsa ye bi hemû rêxistinên karûbarên mirovî yên Bakurê Sûriyeyê civiya.

Di civînê de, rêxistinên alîkariyê yên herêmên Bakurê Sûriyê, Reqa, Tebqa, Minbicê amade bûn.

Di civînê de her rêxistinekê rapora xebatên xwe yên mehekê pêk anîn xwendin.

Di civînê de rewşa siyasî hate nirxandin û bal hate kişandin ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê, ku di encamê de bi hezaran sivîl xwe li herêmên derdorê girtin û çawaniya alîkardariya bi wan re hate nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de her rêxistinekê pîlansaziya xwe pêşkêş kir.

(hh)

ANHA