Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandan di roja 8. de dewam dike

Xwepêşandanên nerazîbûnê yên mamosta, karmend û tendûrsitkarên Başûrê Kurdistanê ya ji bo heqdesta xwe û li dijî sîstema ne adîl ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja 8’an de berdewam dike û di daxwazên xwede israr dikin.

Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandan di roja 8. de dewam dike
Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandan di roja 8. de dewam dike
Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandan di roja 8. de dewam dike
Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandan di roja 8. de dewam dike
Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandan di roja 8. de dewam dike
1 nîsan, 2018   10:02

NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên karmend, mamosta û tendûrsitkaran ya li dijî sîstema paşdexistina mûçe û ji bo bidestxistina heqdesta xwe di roja heştemîn de jî berdewam dike. Îro danê sibê li bajar û bajarokên; Silêmanî, Hewlêr, Çemçemal, Helebce,Qeladiz, Koyê, Kelar, Derbendîxan, Kifrî û Xaneqînê gel mamoste, karmend û tendrûstikar dîsa ketin qadan û heya van kêliyan jî xwepêşandan berdewam e.

Di xwepêşandanên îro de pankartên; ‘Çawa ruyê we digre ku hun ji me dixwazin ku em deng bidin we’, ‘Rêveberî kerameta we nîne” hatin rakirin. 

Her wiha di xwepêşandana îro yên li bajarokê Qeladiz ê ser bi navçeya Raperînê nerazîbun nîşana axaftinên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku digot, em ê bi kêr bersiva kêrkêşan bidin dan û peykereke ji kartan ya kêr ku çêkiribûn jî weke nerazîbûn şewitandin.