Êla El-Bûxemîs careke din piştgiriya xwe ji bo QSD`ê raghand

Kurê rûspiyê Êla El-Bûxemîs a herêma Reqa û Tebqayê Samir El-Hemşer tekez kir ku ew ê li rex hêzên QSD`ê de bin.

Êla El-Bûxemîs careke din piştgiriya xwe ji bo QSD`ê raghand
1 nîsan, 2018   09:47

TEBQA - Samir El-Hemşer duh di mîtînga ku ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê li Tebqayê hatibû organîzekirin, axivî.

El-Hemşer got,ʺEm ji vir tekez dikin ku em ê li rex  hêzên QSD`ê li dijî teroran û dagirkeran, bin. QSD`ê ji gelê vê herêmê pêk tê, ev gel jî di dîrokê de bi têkoşîna xwe li dijî dagirkeran tê naskirin.ʺ

El-Hemşer di dawiya axaftina xwe de got,ʺÊla El-Bûxemîs li tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê di yek xendqê de li rex QSD`ê ye.ʺ

(kc)

ANHA