'Em tu carî dizan û talankeran qebûl nakin'

Şêniyên Efrînê yên di malên wêrankirî de û rewşa zehmet a jiyanê de dimîn in û dibêjin ku ew ê tu carî qebûl nekin diz û talanker li ser xaka wan bimîn in.

30 adar, 2018   08:22

EFRÎN- Bi sedan malbatên Efrînê yên ji ber êrîşa Arêtşa Tirk û çeteyên wê neçar bûn ku ji bajêrê xwe derbikevin niha li kantona Şehbayê dimîn in. Welatî xaniyên ku nîv wêrankirî ne paqij kirine û di wan de jiyan dikin. Niha li bendê ne ku şervan Efrînê rizgar bikin û careke din vegerin warê xwe.

Welatiyê bi navê Necîb Ebdo yê ji gundê Çeqela ya herêma Cindirêsê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk wiha got: "Em ê tu carî qebûl nekin ku dagirker û dizên mirîşka bibin xwediyê xaka me. Em hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser xaka Efrînê qebûl nakin. Ew dagirker, diz û talankar in. Ewê tu carî nikaribin di axa me di bin dagirkeriya xwe de heya dawiyê bigirin."

Ebdo di berdewama axaftina xwe de jî spasiya gelê kantona Şehbayê yên alîkariya wan kirine kir û wiha got: "Em ê li Şehbayê bin, heta şervanên me Efrînê bi temamî ji Arêtşa Tirk û çeteyên wê rizgar bikin."

Welatiyê bi navê Silêman Demircî yê ji navçeya Mabata jî derbarê mijarê de wiha got: "Beriya dagirkeriya dewleta Tirk me bi ewle jiyan dikir. Jiyana me pir xweş bû. Niha jî em hebûna dagirkeriya Tirkiyê ya li ser xaka xwe qebûl nakin. Ji ber armanca wan ji dagirkerina Efrînê guhertina demografiya herêmê ye. Dixwazin serdema Osmanî ji nû ve li herêmên me pêk bîn in."

Jina binavê Cîhan Erselan a ji navçeya Meydanê ji beriya 5 rojan ve bi dayîk û bapîra xwe ya nikare bi meşe, hevjînê xwe û 2 zarokan ve li meydana maleke vekirî dimîn in. Di vê rewşa jiyanî ya zehmet de Rêxistinên Alîkariyên Mirovî alîkariyan nakin û rewşa wan ji ne dîtî ve tên. Cîhan diyar kir ku mayîna li çolê qebûl dikin û wê qebûl nekin di bin rehma dizek û kujeran de jiyan bikin.

Hevserokê komîna Şehîd Botan Mehmûd El-Ebdo jî di derbarê mijarê de wiha got: "Em li gorî derfetên xwe pêdiviyên welatiyan bi cih tîn in. Lê derfetên me ji bo bi sedhezaran welatiyên Efrînê ku hatine şehbayê kêm in.”

Welatiyên Efrînê di vê rewşa jiyanî ya zehemt de di wê baweriyê de ne ku wê hêzên YPG/YPJ'ê Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derbixin û wê herêmê bi temamî rizgar bikin.

(dc)

ANHA