Li Babê serçeteyekî Ehrar El-Şerqiye hat kuştin

Li Babê şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û çeteyên Hemzat de didome. Di encamê de serçeteyekî Ehrar El-Şerqiye yê bi navê Ebû Seqir El-Qadisiye hat kuştin.

Li Babê serçeteyekî Ehrar El-Şerqiye hat kuştin
25 adar, 2018   18:07

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên herêmî ji herêma Babê ragihand ku li bajarê Babê li ser di navbera Raî û Qidêran şerekî dijwar di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û Hemzat de rû dide.

Çeteyên Hemzat erebeyeke çeteyên Ehrar El-Şerqiye hedef girt. Di encamê de serçeteyekî Ehrar El-Şerqiye yê bi navê Ebû Seqir hat kuştin.

Çavkaniyê diyar kir ku herdû aliyên şer hemû cûreyên çekên giran bi kar anîn. Çeteyên Ehrar El-Şerqiye du baragehên çeteyên Hemzat bi hawanan hedef girtin. Piştre di navbera çeteyan de şer rû da, di encamê de bi dehan çeteyên herdû aliyan hatin kuştin. 

Li bajarê Efrînê jî şerekî dijwar di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û Hemzat de rû da. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha çeteyên Ehrar El-Şerqiye hemû baragehên çeteyên Hemzat desteser kirin, hejmarek çete jî girtin.

(mm)