Gelê Hesekê: Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê rawestînin

Bi sedan gelê Hesekê ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan. Gel êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Gelê Hesekê: Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê rawestînin
24 adar, 2018   16:29

HESEKÊ – Girseya gelê Hesekê li Çerxeriya Sînalkoyê kom bûn û pankartên "Na ji êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê re" , "Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê rawestînin" û "Agirê li ser Efrînê rawestînin"rakirin. Her wiha zarokan wêneyên zarokên Efrînê ku bi destê Dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, bilind kirin.

Xwepêşandan ji Çerxweriya Sînalkoyê dest pê kir û di kolana bajêr a serke re derbas bû. Gel bi dirûşmeyan bêdengiya civaka navneteweyî derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê de, şermezar kir. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku helwesta xwe ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê nîşan bidin.

Dema ku xwepêşandan gihîşt Qada Şehîdan a Taxa Miftî, gel deqeyekê rêz girt. Piştre Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axaftinek derbarê bêdengiya navneteweyî ya li ser komkujiyên Artêşa Tirk a dagirker de kir.

Her wiha Ebdulxenî bal kişand ser armanca êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ji êrîşa li ser herêma Efrînê û da zanîn ku ev êrîş hemû gelên azadîxwaz, yên ku sîstemên zordest napejirînin, hedef digirin.

Ebdulxenî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker dê tu carî nikaribe vîna gelê berxwedêr têk bibe û wiha domand, ʺGelê ku qehremanên weke şehîd Avêsta Xabûr, şehîd Polat û şehîd Aylan ji nava xwe aniye dinyayê, qet têk naçe.ʺ 

Ebdulxenî di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman, "Em hemû Efrîn in. Ji ber ku çeka me ya herî xurt raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, tu kes bi çekên herî pêşketî jî nikare vîna me têk bibe."

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" û "Na ji bo bêdengiya navneteweyî re" bi dawî bû.

(dr)

ANHA