Xwepêşandar: Wê vîn û berxwedana gelê Efrînê bi ser bikeve

Di bin dirûşmeya "Efrîn em ê her dem bi te re bin" gelê Girkê Legê û Çilaxa ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandar: Wê vîn û berxwedana gelê Efrînê bi ser bikeve
24 adar, 2018   16:35

QAMIŞLO – Bi hezaran gelê Girkê Legê û partiyên siyasî ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê xwepêşandaneke girseyî, li dar xist.

Di xwepêşandanê de girseya gel alên YPG/YPJꞌê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Girkê Legê dest pê kir û di kolanên sereke yên bajêr re derbas bû. Di xwepêşandanê de gel dirûşmeyên "Efrîn em ê her dem bi te re bin" berz kirin.

Xwepêşandan li navenda bajêr veguherî mîtîngê. Gel deqeyekê rêz girt. Piştre Rêverbera Kongreya Star Xaliya Selmo axaftinek derbarê piştgiriya gelê Efrînê de kir û wiha got, "Gelê Rojava-Bakurê Sûriyê heta serkeftinê wê bi hemû rengan piştgiriya xwe ji bo Efrînê bidomîne. Em ê mil bi mil bi Efrînê re bin. Em di wê baweriyê de ne ku di dawiyê de wê vîn û berxwedana Efrînê bi ser bikeve."

Her wiha bi navê partiyên siyasî Mihemed Nasir axivî, komkujiyên ku dewleta Tirk di dîrokê li ser gelên herêmê pêk anîne bi bîr xist wiha anî ziman, "Dîroka Dewleta Tirk a dagirker tijî komkujiyên li ser gelên Kurd, Ermen, Suryan, Ereb û … hwd e. Îro jî Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê van komkujiyan dubare dike, dixwaze herêmê dagir bike û wê tevlî Tirkiyeyê bike."

Nasir di dawiya axaftina xwe de kiryarên Dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku komkujiyên li ser sivîlên Efrînê rawestîne.

(dr)

ANHA