Ciwanên Reqayê çalakiya pişgiriya Efrînê didomînin

Çalakiya mîtîngê ya ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ku ciwanên Reqayê dabû destpêkirin, di roja 7ʹemîn de didome. 

Ciwanên Reqayê çalakiya pişgiriya Efrînê didomînin
24 adar, 2018   14:29

REQA - Di roja 7ʹemîn a çalakiyê de gelê bajarê Reqayê, endamên meclîsên herêmî, saziyên bajarê Reqayê, MSDʹê, şêxên êlên Ereb, Meclîsa Jina Sûriyeyê, Saziya Malbatên Şehîdan û QSDʹê amade bûn. 

Calakî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin, hovîtya dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî hat şermezarkirin. 

Piştre saziyên sivîl a Reqayê daxuyaniyeke hevbeş dan. 

Daxuyanî wiha ye:

ʺKesên ku li hember êrîşên li ser  herêma Efrînê bêdeng dimînin, şirîkên komkujî rijandina xwîna gel in. Li hember hemû kiryarên kuştin û rûxandinê berxwedana gelê Bakurê Sûriyê didome.  

Agirê şoreşê bi xwîna şehîdên Berxwedana Serdemê gurtir dibe. Em gelekî ku koletî û bêrûmetiyê qebûl nakin. Em ê riya şehîdên xwe bidomînin heta axa welatê xwe rizgar bikin û armancên cangoriyên xwe pêk bînin. 

Em tu carî radestî nabin, em ê berxwedana xwe bidomînin heta welatê me ji dagirkeran tê rizgarkirin. Ev soza me ye.ʺ

Çalakî didome. 

(mm)

ANHA