Sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê sersaxî malbatên şehîd Çekdar û Xelîl re xwestin.

Sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin
24 adar, 2018   14:21

HESEKÊ - Şêniyên bajêr Serêkaniyê, endamên saziya civaka sivîl û şervanên YPG/YPJ′ê serdana konê sersaxiyê yê şehîd Berxwedana Serdemê şervanê QSD`ê Eyûb Şêxê (Çekdar) û yê Hêza Erka Xweparastinê Xelîl Ismaîl ku salona şehîdan a bajarê Serêkaniyê hatibû vedan kirin û sersaxî ji her du malbatan re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Gemira Elî axivî  û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Li ser navê YPG`ê Dijwar Efrînê axivî û got ku dijmin rojane êrîşî gel dike û sivîlên bê guneh qetil dike, lê wekî YPG û YPJ`ê wê heta dawiyê gelê xwe biparêzin.

Endama Kongreya Star Asya Berkel jî axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û anî ziman ku  gelên Bakurê Sûriyê îro bi saya şehîdên xwe bi ewle dijîn.

Endamê PYD'ê Bekir Hec Îsa jî axivî û got, ʺMe berxwedanî li Serêkaniyê destpê kir û em ê li Efrînê jî tacîdar bikin. Bi saya şehîdên me gelê me  li ser piyaye. Îro gelê me bi berxwedaniya xwe û taybet berxwedaniya Efrînê cîhan tevahî matmayî hîşt.ʺ

Merasîm bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.

(sx)

ANHA