Komîteya Hundirîn a Minbicê: Gotegotin dawî belav bûne ne rast in

Komîteya Hundirîn a Minbicê diyar kir ku gotegotin derbarê rawestandina jiyanê li herêmê roja yekşemê ne di cihê xwe de ne.

Komîteya Hundirîn a Minbicê: Gotegotin dawî belav bûne ne rast in
24 adar, 2018   14:15

MINBIC – Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, derbarê gotegotin "Roja yekşemê jiyan li herêmê raweste" daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Gelê Minbicê yê rêzdar

Di çend saetên derbasbûyî de agahiyên belav bûne û dibêje ku roja yekşemê 25/03/2018 jiyan dê li bajarê raweste.

Em dixwazin we agahdar bikin ku rastiya van gotegotan nîn e. Armancên xwe bandoreke li ser ewlehiya bajêr bike û tevlihevî derxistine. Kesên ku van gotegotan belav dike amûrên erzan in, ji derve re kar dikin ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin.

Li ser vê esasî, em dixwazin hîn bikin ku roja yekşemê 25/03/2018 tu çalakî nîne. Her çalakiyeke were lidarxistin pêwîste beriya wê rûxsta wê ji aliyê Komîteya Hundirîn ve were girtin.

Em bi hêvî ne ku gelê me yê Minbicê li gorî biryarê tevbigerin û guhdarî gotegotan nekin."

(bb)

ANHA