Bi xêzkirina wêneyê şehîd Barîn piştgirî da berxwedana Efrînê

Nîgarvan Mihemed Şahîn bi xêzkirina wêneyê şehîd Barîn Kobanê piştgirî da Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk.

Bi xêzkirina wêneyê şehîd Barîn piştgirî da berxwedana Efrînê
Bi xêzkirina wêneyê şehîd Barîn piştgirî da berxwedana Efrînê
Bi xêzkirina wêneyê şehîd Barîn piştgirî da berxwedana Efrînê
Bi xêzkirina wêneyê şehîd Barîn piştgirî da berxwedana Efrînê
28 sibat, 2018   07:38

IBRAHÎM EHMED

KOBANÊ – Nîgarvan Mihemed Şahîn bi xêzkirina wêneyê şehîd Barîn Kobanê piştgirî da Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk.

Nîgarvan Mihemed Şahîn ji bajarê Kobanê ye, wêneyê şehîd Barîn Kobanê (ku di Berxwedana Serdemê de bi qehremanî şer kir û şehîd bû) xêz kir û bi vê yekê piştgirî da gelê Efrînê yê berxwedêr.

Mihemed bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîrên a Kantona Kobanê, dê wêneyê şehîd Barîn wekî peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata wê bike.

Mihemed bi riya tabloyên xwe dixwaze berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ′ê li dijî dagirkeriya Tirk vebêje. Mihemed wêneyê Arîn Mîrkan jî xêz kir û ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku li Bakurê Sûriyê ne tenê mêr, jin jî beşdarî qadên şer dibin û bedelên giran didin.

Mihemed bi şehadeta Barîn Kobanê pir bandor bû, ji ber vê wêneyê wê xêz kir û pêşkêşî malbata wê kir. Mihemed wiha got, ″Her çiqas em bikin, em nikarin tişta ku şehîdan kirine bikin. Ji ber ku cangoriyên azadiyê ji bo parastina axa welat canê xwe feda kirin û tişta herî giran buha dan. Wek nîgarvan ez hezkirina welat, şoreşê û şehîdan bi riya tabloyên xwe nîşan didim.″

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Ebdulsetar Mihemed spasiya Mihemed Şahîn kir û serkeftin jê re hêvî kir.

Tê payîn ku dê şandeya Yekîtiya Reweşbîran a Kantona Kobanê di rojên pêş de serdana Kantona Efrînê bike û tabloyê pêşkêşî malbata şehîd Barîn bike.

(mm)

ANHA