Şandeya jinên Kurdistanê serdana Minbicê dike

Şandeya jinên Kurdistanê ya ku bi armanca piştgirdayîna ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê  hatiye Rojava serdana Minbicê dike.

Şandeya jinên Kurdistanê serdana Minbicê dike
Şandeya jinên Kurdistanê serdana Minbicê dike
Şandeya jinên Kurdistanê serdana Minbicê dike
Şandeya jinên Kurdistanê serdana Minbicê dike
28 sibat, 2018   13:10

MINBIC- Şandeya jinên Kurdistanê ya ku bi armanca piştgirdayîna ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê  hatiye Rojava serdana Minbicê dike.

Endamên şandeyê li avahiya Meclîsa Jin a Minbicê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeyneb Qenber, Berdevka Meclîsa Jin a Minbicê û gundewarên wê Meha El-Elî, Hevseroka Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Întîsar Mihemed  û endamên Mal Jin û Meclîsa Jinê ve hatin pêşwazîkirin.

Di sedanê de, rewşa jinên Minbicê ji dema ji DAIŞ‘ê rizgar bûne, pêşketinên ku di her qadan de, civakî, çandî, rêxistinî, siyasî û leşkerî bi dest xistine, hatin nîqaşkirin.

Endamên şandeyê tekez kirin ku wan di kesayeta jinên Bakurê Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî de pêşketin dîtin û gotin ku ew di wê baweriyê de ne ku jinên li Bakurê Sûriyê serkeftinên mezin bidest xistine û wê ji hemû jinên Rojhilata Navîn re bibin pêşeng.

Şandeyê paşê, serdana Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê kir, li vir jî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Nezîfe Xelo, Hevseroka Rêveberiya Komînên Xeta gundewarên Minbicê Ezab El-Ebûd ve hate pêşwazîkirin, di serdanê de, mekanîzmeya rêxistinkirina jin di nava komîn û meclîsan de hatin nîqaşkirin.

Endamên şandeyê her wiha serdana akademiyên jinan, deverên dîrokî û mezara şehîdên Minbicê kirin.

Şande di rojên pêş de dê biçin Efrînê.

(bb)

ANHA