ˋPêwîst e tevahî kombûnên li herêmê werin betalkirinˊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku pêwîst e tevahî kombûn, civandinên mezin betal bibin, da ku ev kombûn ji hêla hin şane û xerabkeran neyên bikaranîn û derbeyê li aramiya herêmê nedin.

ˋPêwîst e tevahî kombûnên li herêmê werin betalkirinˊ
11 kanûn, 2024   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li xelkê herêmê kir ku tevahî kombûn û civandinên mezin betal bikin.

Daxuyanî wiha ye:

"Der barê pêşdeçûn û rewşa taybet ku Sûriyeyê û herêmên me tê re derbas dibin û ji bo misogerkirina ewlehî û parastina xelkê me û pêkanîna îstîqrarê, em bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku pêwîst e tevahî kombûn û civandinên mezin betal bibin ku şane û xerabker rewşê bi kar neynin û derbeyê li aramiya herêmê nedin.

Em pişta xwe didin hişyarî û hevkariya gelê me bi hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî re û pabendî perspektîvên Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên têkildar bin ku ewlekariya giştî were misogerkirin, herêm û jiyana gelê me werin parastin." 

(fr)