ˋMijar ne tenê CHP ye, siyaseta demokratîk eˊ

Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê bertek nîşanî biryara “bêhukmiya teqez” a li ser CHP’ê da û diyar kir ku ev ne destwerdaneke hiqûqî, destwerdaneke siyasî ye. Federasyonê got: "Mijar ne tenê CHP ye, vîna gel û siyaseta demokratîk e."

ˋMijar ne tenê CHP ye, siyaseta demokratîk eˊ
22 gulan, 2026   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya ku ji aliyê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê pergala hiqûq û dadweriyê ev demeke dirêj e ji bo berjewendiyên desthilatdariya siyasî tê bikaranîn. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mijar tenê bi CHP’ê re sînordar nîn e û wiha hat gotin: Meseleya esasî, meseleya tirsandina mûxalefetê, parçekirina mûxalefeta civakî û binpêkirina vîna gel e."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Li Tirkiyeyê êdî hiqûq; ne ji bo gel, veguheriye mekanîzmayeke ku ji bo beqaya desthilatdariyê tê xebitandin. Ev feraseta ku vîna gel tune dihesibîne û hewl dide her kesê ku wekî wan nafikire bi zextê bêdeng bike, welat ber bi krîzeke kûr a siyasî û civakî ve dikişîne."

Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, herî dawî ev bal kişand ser vê xalê: Em careke din bi eşkereyî tînin ziman ku em li dijî her cûre destwerdanên li ser vîna gel, siyaseta demokratîk û mûxalefeta civakî ne.