ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ

Ruxmî 6 sal derbas bûn, hîn jî zehmetiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser koçberan hiştine, dewam dikin, lê birîneke nayê jibîrkirinê hişt. Ev rewşa yek ji jinên hevjîna xwe ji 6 salan ve winda kiriye, ye.

ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ
ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ
ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ
ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ
ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ
ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ
ˊTiştekî nîşan dide dijî yan jî revandiye, tune yeˊ
18 ÇILE, 2024   06:41
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Bi boneya salvegera destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrîna dagirkirî , zehmetiyên şêniyên ku di dema koçberiya ji welatê xwe de kişandine, hîn di bala wan de ne û ruxmî derbasbûna gelek salan hîna birîn nehatiye kewandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî kantona Efrînê êrişeke bejayî û hewayî dest pê kir û piştî berxwedana 58 rojan Efrîn dagir kir.

ˊDAGIRKERÎ Û BANDORÊN WÊˊ

Welatiyeke ku nexwest navê xwe yê rastîn aşkera bike, ji ber ku malbata wê hîna li Efrînê dijîn, lê bi nave Şêrîn Numan axivî. Şêrîn dayika 3 zarokan e û li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dijî. Şêrîn hevjînê xwe di rojên dagirkirinê de winda kir û tu agahiyekê li ser nizane.

ˊXERÎBÎ RED KIR Û VEGERIYAˊ

Şêrîn Numan destnîşan kir ku di 16'ê Adara 2018'an de anku berî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi 2 rojan tevî hevjîn û zarokên xwe derket û got: "Em ji Efrînê koçber bûn û me berê xwe Til Rifetê yê Şehbayê û em li wir man. "

Şêrîn wiha domand: "Hevjînê min xerîbî tehemûl nekir û red kir ji bajarê xwe derkeve, ji lew re biryar da vegere. Hevjînê min tehemûl nekir ku mil, mal û erdê xwe ji biyanî û dagirkeran re bihêle, ji lew re biryar da ku bêyî me vegere Efrînê. Ew jî piştî 20 rojan ji koçberiyê bû."

ˊTU ŞOPA WÎ NÎNEˊ

Şêrîn diyar kir ku piştî hevjînê wê vegeriya Efrînê agahî jê qut bûn û got: "Wek ku erd biqelişe û wî daqurtîne, ew bi carekê winda bû, tu agahî jê nayên wergirtin. Em aqûbeta wî nizanin, cihê ku ew lê ye em nizanin, tu nîşanên ku didin zanîn ku ew revandî ye tune ne."

Şêrîn destnîşan kir ku wan hin kesên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine berdan dîtine û ji wan pirsîne ku eger wî nas dikin an na, lê kesekî tu tişt li ser nizanî. Şêrîn wiha pê de çû: "Yek heye di girtîgehên dewleta Tirk de ye û wî kesî ji dûr ve nas dikim. Ew di destpêka dagirkirina Efrînê de hate girtin û dê di demeke nêz de bê berdan. Ez ê hewl bidim xwe bigihînim wî da ku agahiyekê li ser cihê hevjînê xwe Ekrem bizanim."

Şêrîn diyar kir ku Ekrem tevî komeke welatiyan vegeriya Efrînê û wiha got: "Ez nizanim eger ew gihîştiye Efrînê yan na, dema ku ji malê derketiye got ew bi tenê venagere Efrînê, agahî li ser wan kesan jî tune ne."

Şêrîn anî ziman ku wê têkilî bi Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyeyê danî ku agahiyê li ser Ekrem bizanin lê na, rêxistinê diyar kir ku wan tu agahî der barê wî de wernegertine û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li gorî rêxistinê di destpêka dagirkirinê de navê wî wek winda ji wan re hat da ku lê bigerin, lê çîroka wî nayê zanîn. Me hewl da cihê wî nas bikin, lê heta niha aqûbeta wî nayê zanîn."

(mh)

ANHA