Bangên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan

Di çarçoveya pêngava ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasîˊ de xelkê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin, ji ber ku tê de nêrîn û fikrên altarnatîf hene û dikare di navneteweyî de pêk were ku ji bo tevahî dozan çareserî ne.

Bangên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
18 ÇILE, 2024   04:37
QAMIŞLO

Şêniyên kantona Cizîrê destnîşan kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di xwendina parêznameyên wî de ye, da ku xwe hemû dozên asteng bên çareserkirin û bang li gelên cîhanê kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û bixin pratîkê.

Welatiya ji navçeya Çilaxa Nizhet Seyfudîn axivî û got: "Berî ku ez parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser avakirina kesayeta azad û çalakkirina rola wan di civakê de bixwînim, min kûrahiya fikrên wî nas nedikir. Rêber Abdullah Ocalan civak xist navenda çareseriyê, ji ber wê jî divê em fikrên xwe li gor rastiya dîrok û şaristaniya xwe pêş bixin da ku em bigihîjin azadî û rastiyê."

Nizhet Seyfudîn wiha domand: "Bandora fikrên Rêbertî ên li ser azadiya jinan hişt gelek jin dest bi têkoşînê bikin, doza maf û azadiya xwe bikin."

Welatiyê ji pêkhateya Ereb bi navê Emaş El Ebdullah ê ji navçeya Til Hemîsê wiha axivî: "Min ji parêznameyên Rêbertî girîngiya kesayeta mirovê azad û guhertina zîhniyeta baviksalarî ji bo avakirina civaka azad nas kir, her wiha min siyasetên pergalên kapîtalîst û çawaniya meşandina gelan li gor berjewendiyên xwe yên hegemonîk nas kirin."

Bedir Şemsedîn ê ji heman navçeyê axivî û wiha got: "Berê naskirina min ji vê fikrê re kêm bû, lê xwendina parêzname û pirtûkên Rêbertî hişt ku bizanim Rêbertî rewş analyze kir û dûre çareserî ji bo hemû pirsgirêkên pergalên cîhanê pêk anîne û kûr kirine pêşkêş kir."

Ebdullah wiha li gotina xwe zêde kir: "Ne tenê Rêbertî çareserî pêşkêş kir, lê belê ji bo wan xebitî jî, piştî ku dît gelê Kurd li ber helandinê ye. Bi rêya têkoşîna xwe ya ji bo gelê Kurd di oxira tevahî gelên blindest de jî tê koşiya."

Ebdullah wiha domand: "Em pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya projeya gewre ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û destkeftî pêk hatine, bi ewle û îstîqrar dijîn."

Ebdullah di dawiyê de bang li gelên cîhanê kir ku fikrên Rêber Abdullah bixwînin, ji ber fikir û pêşniyarên wî altarnatîf in û dikare li her cihekî cîhanê û ji bo tevahî gelên wê pêk were.

 (mh)

ANHA