Şêniyên kantona Firat û Minbicê: Şoreşa me helbet dê bi ser bikeve

Şêniyên kantona Firatê û kantona Minbicê destnîşan kir ku ew ji êrişên dewleta Tirk a dagirker natirsin û dev ji rêya serkeftinê bernadin û got şoreşa wan dê bi ser bikeve.

Şêniyên kantona Firat û Minbicê: Şoreşa me helbet dê bi ser bikeve
18 ÇILE, 2024   03:34
KOBANÊ

Welatiyê bi navê Mihemed Heyder ê ji Kobanê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker seranserî sînorên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike ji bo ku binkeftina xwe ya li çiyayên Kurdistanê veşêre û wiha domand: "Ev êriş diyar dike ku dewleta Tirk a dagirker bi bin ketiye û êdî ji aloziya xwe re li çareseriyan digere."

Welatiyê bi navê Sofî Kaban jî got: "Dewleta Tirk baş dizane ku em gelek in ku ji azadiyê hez dikin. Binesaziya herêmên me dike hedef ji bo ku şoreşa me têk bibe. Lê şoreşa me li dar e û heta em bê av û kehrebe bimînin jî, em ê bi ser bikevin."

Welatiyê bi Osman Ebdo jî diyar kir ku dewleta Tirk li herêmê tevliheviyê derdixe, ji ber ku baş dizane gelê herêmê xwe li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye, li ser wê esasê ji axa xwe dernakeve û dê heta dawiyê li ber xwe bide.

`BI BERXWEDAN, HEVGIRTIN Û XWEDÎDERKETINA LI HÊZÊN XWE EM Ê BI SER BIKEVIN`

Welatiya bi navê Ruweyde Hinêzel a ji kantona Minbicê got: "Hedefgirtina binesaziya herêmê û navendên staratejîk, sûc in. Dewleta Tirk dixwaze hewldanên hêzên me yên leşkerî û xelkê me tune bike."

Ruweyda wiha pê de çû: "Hêzên me yên leşkerî, dikarin ewlehiya li herêmê biparêzin. Ji xwe heta niha gelek hewldanên têkbirina vê ewlehiyê têk bibin. Mîna ku çeteyên DAIŞ`ê tune kirin, wê dagirkeriyê jî tune bikin. Em ji dagirkeran û Erdogan re dibêjin, êrişên we, vîna me naşikîne. Em dev ji bihosteke axa xwe bernadin, dê li pişta hêzên xwe QSD`ê bin."

Welatiya bi navê Emîre Arif a ji kantona Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk ji êrişa li ser girtîgeha Sînayê dixwaze DAIŞ`ê li herêmê vejîne û destkeftiyên gelê herêmê têk bibe û got: "Lê em dibêjn, gelê me û jin li hember êrişan hevgirtî ne, dê projeyên dagirkeran û terorê têk bibin."

Welatiya bi navê Rolyana Mihemed wiha anî ziman: "Dewleta Tirk ji êrişan armanc dike, DAIŞ`ê li herêmên me vejîne, ewlehiya wê têk bibe. Lê belê em ê bi berxwedan û hevgirtina xwe, li hember êrişan biserkinin û bi ser kevin."

Dewleta Tirk a dagirker ji 13`ê Çileyê ve ji bejahî û hewayî de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di wan êrişan de, binesaziya herêmê û bi dehan navendên stratejîk wêran kir.

(şx)

ANHA