ˊArmanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'

Rewşenbîrên Ereb ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku zanabûn û naskirina armancên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkbirina tecrîda girankirî ye û dê piştre jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya zexta gel pêk bê.

ˊArmanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e'
11 adar, 2024   02:36
EYN ÎSA

Rêber Abdullah Ocalan, ji ber komploya ku hêzên navneteweyî û herêmî di 15ˊê Sibata 1999ˊan de pêk aniye, ji zêdetirî 24 salan ve di girtîgeha girava Îmraliyê de ragirtî ye. 

Helbestvan Mihemed El Mehmûd diyar kir ku misogeriya pêkanîna aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye û teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê di hemû qadên leşkerî, siyasî û civakî de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

El Mehmûd destnîşan kir ku, ji ber ku aliyên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dev ji berpirsiyariyên xwe yên sereke yên pêkanîna edalet û demokrasiya civakan  berda, beyî zexteke gelêrî ya berfireh armanc nayê pêkanîn û got: "Berfirehkirina zexta gelêrî ya civakan  dê aliyên berpirs neçar bike ku pabendî qanûnên xwe bin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Hevdîtina herî dawîn a Rêber Abdullah Ocalan bi parêzerên wî Rezan Sarıca û Newroz Uysal di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû. Têkiliya wî ya herî dawîn bi cîhana derve re jî di 25'ê Adara 2021'an de bû. Ew jî peywendiya telefonê ji bo 5 deqeyan bi birayê wî Mihemed Ocalan re bû ku li dawiyê peywendî ji aliyê desthilata Tirk ve hat birîn.

Nivîskar Ehmed El Sayir teqezî bi girîngiya zexta gelêrî, pêşxistina zanabûnê û naskirina rastiya komployan da, ku di encamê de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê pêkanîn.

El Sayir diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan hişt gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya xwe bi dest bixin û got: “Pêwîst e gel li hember komployê û tecrîda girankirî ya ji 3 salan ve ya li ser Rêbertî bê deng nemînin.”

(mh)

ANHA