ʹBi têkoşîna jinan em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ

Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ʹBi têkoşîna jinan û bi fikra Rêber Abdullah Ocalan em ê dîwarên Îmraîliyê bişikîninʹ panelek li dar xist.

ʹBi têkoşîna jinan em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ
ʹBi têkoşîna jinan em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ
ʹBi têkoşîna jinan em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ
ʹBi têkoşîna jinan em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ
ʹBi têkoşîna jinan em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ
30 îlon, 2024   18:05
REQA

Bi diruşma ʹBi têkoşîna jinan û bi fikra Rêber Abdullah Ocalan em ê dîwarên Îmraliyê bişikîninʹ Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hola civînan a Reqayê panelek li dar xist. Di panelê de hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê yên 7 kantonan û rêveberên nivîsgehên jinên ciwan ên kantonan beşdar bûn.

Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û vîna ku daya jinan ji bo berdewamkirina rêça têkoşînê hat pêşkêşkirin. Dûre endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komployê axivî û got: "Divê parêznameyên Rêbertî werin xwendin û di aliyê fikrî de ne hestiyarî de nêz bibin."

Rêvebera Nivîsgeha Werzîşê ya Dibistanê ya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Suha Mihemed axivî û got: "Em hemû dizanin ku cîhan tevahî di bin kontrola pergalên hegemoniya navendî ya globalî de ye û ew jî şerê her fikreke bi armanca rizgariya civakan dike."

Zelal diyar kir ku gelo bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan re fikir an jî doza ku banga wê dikir hat bidawîkirin?,Na, sedem jî ji destpêka komployê heta niha Rêber Abdullah Ocalan li dijî komployê sekinî û şikand.

Dûre beşdaran nîqaş kir û diyar kir ku hedefgirtina jinan hedefgirtina fikra Rêber Abdullah Ocalan e.

Di dawiyê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Heyfa Bekir daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew bi vîn û îsrar dê tevahî jinan di nava çalakiyên werzîşî de hişyar bikin heta ku bigihînin tevahî jinan. Ji ber ku azadiya jinan bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye.

(fr)

 ANHA