ʹPergala îşkence û qirkirinê dewam dike û armanca wê şikandina vîna gel eʹ

Endama Deseteya Serokatiya PYDʹê Foza Yûsif girêdana gelê Kurd bi Rêber Abdullah Ocalan re silav kir û got pergala îşkence û qirkirinê dewam dike û bingeha wê şikandina vîna gelê Kurd e.

ʹPergala îşkence û qirkirinê dewam dike û armanca wê şikandina vîna gel eʹ
30 îlon, 2024   17:55
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di civîna girseyî ya li hola Elwan a li herêma Şiqeyêf a Helebê de bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, berpirsiyariyên gelê Kurd û erkên wî di parastina fikra wî û dozê de.

Foza qonaxa niha nirxand û bal kişand ser şerê li dijî gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayan de û wiha got: "Heta niha pergala îşkence û qirkirinê dewam dike, bingeh û sedemên wê şikandina vîna gelê Kurd e."

Foza wiha domand: "Ev pergala li ser Rêberê me ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatiye ferzkirin aşkerakirina niyetên wê ye ku ew ê li dijî her çalakî û berxwedana me Rêbertî rûbirûyî pergala derexlaqî bihêle û êrişên tund li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne."

Foza behsa girêdana gelê Kurd bi doza xwe kir û wiha pê de çû: "Em gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û Kurd bi taybet divê em bi israr bi fikra Rêbertî ve girêdayî bin û gav bi paş de neavêjin. Çiqas hewldana qirkirina me bikin, em ê tolê hilînin, parastina xwe, hebûn û doza xwe bikin. Ew nikarin me ji Rêberê me qut bikin."

Têkildarî siyaseta Barzanî û tevkariya wî bi dagirkeran re ji bo qirkirina gelê Kurd Foza wiha axivî: "Em siyaseta hikumeta Barzanî ya baziriya xaka Kurdistanê û tawîzdanên li hember mayîna wî li ser desthilatê baş dizanin."

Foza diyar kir ku Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî ya li Efrînê rewakirina hebûna dewleta Tirk a dagirker e, her wiha armanca wê sîxuran çêke ku kiryarên dagirkirinê hêsan bibin.

Foza ev axaftin li gotinên xwe zêde kir: "Kurd çi pêşketinan pêk bîne dewleta Tirk li dijî wê disekine. Naxwazin Kurd tu serkeftinekê pêk bînin. Tiştê niha li Başûrê Kurdistanê rû dide niyetên dagirkeriya Tirk ên dagirkirina wan xakan û derneketina wê aşkera dike."

Têkildarî berpirsiyarên li ser milê gelê Kurd Foza Yûsif wiha dawî li gotina xwe anî: "Di salvegera komploya 9ʹê Cotmehê de û qonaxa duyemîn a pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina doza Kurd divê gel asta têkoşîna xwe mezin bike, bi çûk, mezin, keç û xort hevgirtî bin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

(fr)