Li Girê Spî teqîn: 3 çete hatin kuştin

Li başûrê rojhilatê Girê Spî yê dagirkirî mayînek bi erebeya çeteyan de teqiya, di encamê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Girê Spî teqîn: 3 çete hatin kuştin
30 îlon, 2024   18:09
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî daxuyand ku di encama teqîna mayînekê ku li ser rêya Silok-Girê Spî hatibû çandin de 3 çeteyên ji ʹSultan Muradʹ di nav de serçete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkanî erebeya ku mayîn pê de teqiyaye ya serçeteyê Ebû Salih El Hemewî yê koma çeteyên Sultan Murad e. Her wiha birîndar jî rakirin nava Tirkiyeyê.

(fr)

 ANHA