​​​​​​​Balafirên artêşa Sûdanê Xertûm bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Sûdanê gelek nuqteyên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên li Xertûmê bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên artêşa Sûdanê Xertûm bombebaran kir
29 June, 2023   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

xPiştî agirbesta rojekê ku artêşa Sûdanê di roja yekê ya Cejna Qurbanê de ragihandiye, ev derbe pêk hatin. Li gorî raporan li Xertûm û başûrê Um Dirman gelek pevçûn çêbûn û agirbest hate binpêkirin.

Berpirsê Bakurê Darfûrê yê başûrê rojavayê Sûdanê Nemir Ebdurehman ragihand ku piştî civîna ku endamên polîsan, rêxisitnên civaka sivîl û rûspî amade bûn, agirbestek pêk hat.

(fr)