ˋBi rihê şerê gel ê şoreşgerî em tev li seferberiyê dibinˊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriya ya bajarê Tirbespiyê ragihand ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker tev li banga QSDˋê ya seferberiya giştî dibin.

ˋBi rihê şerê gel ê şoreşgerî em tev li seferberiyê dibinˊ
26 kanûn, 2024   16:27
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Tibespiyê yê kantona Cizîrê der barê mijara tevlêbûna li seferberiya giştî daxuyaniyekî da. Endamê tevgerê Reid El Seiran li pêş navendê daxuyandî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê herêmê şerekî taybet û şerekî çapemeniyê didin meşandin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku hermên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin, gelê herêmê qir bikin û projeya bi nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber pêwîstiya pêvajiyê û bersivdana banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a serferberiya giştî ew bi rihê şerê gel ê şoreşgerî tev seferberiyê didin û li kêlek hêzên xwe yên li eniyên şer li dijî dagirkeran disekinin.

Di dawiyê de bang li ciwanan hat kirin ku tev li şerê rûmet, azadî û parastina destkeftiyên şoşerê û şehîdan bibin.

(fr)

ANHA