Pêkhateyên Tirbepsiyê: Em bi QSDˋê re ne

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryanên wî diyar kir ku yekitî û hembêzkirina wan ji QSDˋê re ji bo Sûriyeyê bi giştî modeleke çareseriyê ye.

Pêkhateyên Tirbepsiyê: Em bi QSDˋê re ne
Pêkhateyên Tirbepsiyê: Em bi QSDˋê re ne
Pêkhateyên Tirbepsiyê: Em bi QSDˋê re ne
Pêkhateyên Tirbepsiyê: Em bi QSDˋê re ne
26 kanûn, 2024   16:51
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Tirbesiyê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên dawî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esed li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke berfireh ji xelkê bajêr re li dar xist.

Endamê Meclisa Giştî ya PYDˋê Talet Yûnis civîn bi rê ve bir. Yûnis di axaftina xwe de got dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê ve ji bo pêkanîna xewnên xwe yên vegerandina serweriya Osmanî û dagirkirina xakên Sûriye û Iraqê rewş bi kar anî.

Yûnis wiha domand: "Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyan di nava vê rêveberiyê de û avakirina hêzên wê yên leşkerî ji tevahî pêkhateyanû dewleta Tirk a dagirker hewl da bi rêya çeteyên DAIŞˋê û êrişên bejahî û hewayî van gelan qir bike."

Yûnis di dawiyê de got modela Rêveberiya Xweser di tevahî aliyan de destkeftiyên mezin pêk anîn û ev model nûnertiya çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê ye.

Di civînê de beşdaran teqezî bi domandina yekitî û piştgiriya QSDˋê da.

(fr)

ANHA