ˊŞehîd nûnertiya rastiya şoreş û têkoşîna wê dikinˊ

Girseya beşdariya konê sersaxiya 3 şehîdan li Qamişloyê diyar kir ku şehîd nûnertiya rasteqîn a Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna wê dikin.

7 ÇILE, 2024   16:23
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê Qamişlo û gundên girêdayî kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, meclis, nûnerên partiyên siyasî, hêzên leşkerî û ewlehî berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Elî Doko, Faris El Faris û Dilşad Qamişlo. Kon li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê hatiye vedan.

Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Elî Doko di 4ˊê Çileyê de di qezayekê li ser rêya Til Hemîsê de ku li ser erka xwe bû şehîd bû, şervanê Hêzên Komandos Dilşad Qamişlo di 2ˊyê Çileyê de li Dêrazorê şehîd bû û Faris El Faris di 25ˊê Kanûna 2023ˊyan di êrişa dewleta Tirk li Qamişloyê de şehîd bûbû.

Dûre endama Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û got: "Şehadet nirxên herî paqij ên civakê ne, nûnertiya rasteqîn a şoreş û têkoşîna me dike. Em soz didin şopa her sê şehîdan bişopînin."

ˊ4 ZAROKÊN WÎ DÊ TÊKOŞÎNA WÎ BIŞOPÎNINˊ

Li aliyekî din jî dayika şehîd Elî Doko, Nafiye Îbrahîm teqezî li ser bilindkirina têkoşînê kir û wiha got: "Elî zarokê min ê tenha bû, lê ji welat ne bihatir e, îro dê 4 zarokên wî têkoşîn û rêça wî bişopînin."

Endama Kongra Star a Qamişlo Şaha Xelîl jî wiha got: "Êrişên dewleta Tirk têkoşîna me têk nabin. Em li ser berxwedanê heta serkeftinê bi israr in."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Omer Zêdan fedakariyên her 3 şehîdan silav kir û soza tolhildanê da.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên her sê şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA