Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn

Şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylamez  bi çalakiyên cuda haitn bibîranîn.

Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn
7 ÇILE, 2024   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylamez (Ronahî) de, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da, Kongreya Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê semîner li ser têkoşîna her sê şehîdan da.

QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek li Pakrawangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê da. Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê, endamên Kongra Star û saziyên civaka sivîl hate dayîn û ji aliyê endama meclisê Sebah Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya Parîsê hat şeremzarkirin û hate gotin: "Ev sûc wijdanê bi milyonên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê hejand. Bila zanibin ku terora li dijî têkoşeran tê meşandin, wê ti carî bandor li ser rêya gelên azad neke. Armanc ji wan sûcan ew e ku Kurdan bitirsînin û rêya têkoşîn û berxwedanê bişkînin. Bi hezaran jin li Kurdistanê û li cîhanê ji roja yekê ya ve ji van sûcan ve soz da ku di rêya şehîda Sakîna û rêhevalên wê de bimeşin, het ku ji zulim û neheqiyê xelas bibin. Dê çalakiyên şermezarkirina van sûcên ku neaqil, mentiq û exlaq qebûl nake, neyên nesekinandin.

Em bang li hemû komîteyên mafên jinan dikin ku zextê li Parîsê bikin da ku di zûtirîn dem de şert û mercên van sûcan derxe holê.

Hemû jin di nava komîteya jinan de li herêma Cizîrê hêrsa xwe li hemberî van sûcan tînin ziman. Ev sûcên ku li dijî jinên azad û jinên ku bang li wakheviyê dikin bo avakirina civakek exlaqî ku jin di her tiştî de tê de yekemîn e.

Rêya şehîd Sakîne û rêhevalên wê, rêya azadiyê û demokratiyê ye, rêya hemû nirxên xweş û birûmet e ku Tevgera Azadiya Kurdistanê temsîl dike, her wiha temsîla mîrateya edalet, heqîqet, wekhevî, wijdan û azadiyê ku di keda jinê de diyar dibe  ku ji ba, av û koka vê xaka bi hezarên salan derdikeve."

HELEB

Bi dirûşma "Tolhildana komkujiya Parîsê serketina şoreşa jinan û azadiya wan e", Kongra Star û Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê 3 semîner dan.

Semîner li avahiyên Meclisa Şehîd Sakîne Cansiz ya li taxa Eşrefiyê, Meclisa Şehîd Gelhat a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê, komîngeha Şehîd Bakur ya li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hatin dayîn. Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan jî semîner li Hola 8’ê Adarê ya li Şêxmeqsûdê da.

Beriya dayîna semîneran, sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hat pêşandan.  Piştre rêvebera Akademiya Star, Arjîn Amed axivî û got, komkujiya Parîsê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Arjîn Amed diyar kir ku şehîd Sakîne bi zanebûn, hêz û berxwedana xwe bû mînaka jina azad e û rêya azadiyê nîşanî jinan da.

(bb)

ANHA