Zirarên ji ber êrişên dewleta Tirk li depoyên genim çêbûne

Ajansa me zirarên ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker li depoyên genim ên li Um El Kêf li rojavayê Til Temirê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne, şopandin.

7 ÇILE, 2024   16:46
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî rojane navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin, her wiha yekser gundên Um El Kêf, Tewîle, Til Tewîl, Gozeliyê û Til El Leben ên rojavayê navçeyê topbaran dikin.

Duh, depoyên berê yên genim ên girêdayî Rêveberiya Xweser ˊDepoyên genimˊ ku 5 kîlometre li rojavayê gundê Um El Kêf hate topbarankirin, di encamê de zirarên mezin bi depoyan bûn.

Vê sibehê kamereya ajansa me zirarên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li depoyan bûne, şopandin.

Ew depoyên ji ber êrişan zirarên mezin dîtine, têra 33 hezar ton genim dikirin.

Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştine sînorê Til Temirê, piştî Serêkaniyê di 2019ˊan de dagir kir, bi awayekî yekser navendên stratejîk û xizmetguzarî û torên kehrebê hedef digirin.

(fr)

ANHA