ˊPêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi têkoşîna me ve girêdayî yeˊ

Xelkê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên beşdarî çalakiyan bûne banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir, her wiha bang li cîhanê kir ku têkoşînê bilind bikin, li qadan bin da ku armancên dewleta Tirk û hêzên beşdarî komployê bûne, têk bin.

ˊPêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi têkoşîna me ve girêdayî yeˊ
21 gulan, 2024   03:06
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker ji 25'ê Adara 2021'an ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin û rê nade parêzer û malbata wî ku bibînin. Li hemberî wê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan dide.

Ajansa me helwesta beşdarên çalakiya li bajarê Hesekê li hemberî biryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelan parve kir.

'PÊWÎST E TEVAHÎ KURDÊN LI CÎHANÊ DAKEVIN QADAN Û BANGA AZADIYA OCALAN BIKIN'

Ciwanê bi navê Mihemed Haco yê ji Serêkaniyê yê dagirkirî û niha li Hesekê dimîne got: "Tecrîda li ser Rêber Ocalan tevahî gelê Kurd hedef digire. Rêber Abdullah Ocalan fikrê biratiya gelan pêşkêşî cîhanê kir û me bi saya wî fikrî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parast, rêxistin kir û destkeftî bi dest xistin."

Haco wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide di şexsê hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan û siyasetmedarên Kurd de, gelê Kurd hedef bigire. Ew dizane ku pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê di azadiya ya fîzîkî ya Rêbertî de ye. Ji ber wê jî ew tecrîdê li ser Rêbertî giran dike."

Haco diyar kir ku pêwîst e têkoşîna li qadan berfirehtir bibe da ku zexteke mezintir çêbe û bandor li raya giştî ya cîhanê be.

'PÊWÎST E TEVAHÎ KURD JI BO TÊKBIRINA TECRÎDÊ DAKEVIN QADAN'

Welatiyê bi navê Remedan Fetah wiha axivî: "Em ji bo nerazîbûna li hember van kiryaran û piştgiriya xwe ji Rêberê xwe re nîşan bidin, beşdar çalakiyê bûne. Em ê her li qadan bin. Pêwîst e her kes asta têkoşînê bilind bike. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi asta têkoşîna me ve girêdayî ye."

'RÊBER OCALAN HEBÛNA ME YA DÎROKÎ YE Û MIRINA JI BO WÎ RÛMET E'

Welatiya bi navê Sûriye Mihemed a ji Serêkaniyê yê û li Hesekê dimîne got: "Em wek dayik bi vê temenê xwe heta dawiya emrê xwe em ê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bikin. Rêber Ocalan hebûna me ya dîrokî û rûmeta me ye."

'EM NIKARIN DEYNÊ RÊBER OCALAN BIDIN, JI LEW RE DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKINˊ,

Sebah Qere ya ji bajarê Hesekê destnîşan kir ku têkoşîna wan û daketina wan li qadan li hember wefedariya bi Rêber Abdullah Ocalan re tiştekî biçûk e û got: "Em çiqasî bikin jî em nikarin deynê Rêber Ocala  bidin. Ji ber wê jî pêwîst e hemû parçeyên Kurdistanê tev li pêngava azadiya Rêbertî bin."

(mh)

ANHA