ˊHedefgirtina fermandar Zelal Zagros hedefgirtina şoreşa jinê yeˊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê hedefgirtina têkoşer, şoreşger û fermandara tevgera azadiya jinê Zelal Zagros hedefgirtina şoreşa jinê ye û bang kir ku komîteya navneteweyî ya lêpirsînê der barê qetilkirina siyasetmedar û jinên siyasetmedar were avakirin.

ˊHedefgirtina fermandar Zelal Zagros hedefgirtina şoreşa jinê yeˊ
18 ÇILE, 2024   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê der barê hedefgirtina têkoşer û fermandar Firyal Xalid (Zelal Zagros) li Kerkûrê di êrişeke çekdarî de daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin hedefgirtina têkoşera şoreşger û fermandara tevgera azadiya jinê Zelal Zagros li bajarê Kerkûkê yê Kurdistanê di êrişeke çekdarî de hate şermezarkirin, her wiha ev têkiliya vê êrişê yekser bi îstîxbarata dewleta Tirk û ajanên wê re heye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got armanca bingehîn têkbirina şoreşa jina azad, derbekirina yekitiya neteweyî û têkbirina nasnameya Kurd e, bi taybet ev bûyer li bajarê ku YNKˊê di hilbijartinan de serkeftin qezenc kir pêk hat.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bêdengiya navneteweyî der barê sûcên ji hêla rejîmên terorîst ve li dijî welatiyên Kurd ên li cîhanê pêk tên şermezar kir û got dema hatiye ku aliyê navneteweyî bi taybet rêxistinên têkildarî li hember vê yekê bisekinin û nehêlin ev sûc werin dubarekirin û sûcdaran ceza bikin.

Meclisê dawiya daxuyaniyê de bang kir ku komîteyeke lêpirsîna rastiyan a navneteweyî, serbixwe û yekalî were avakirin ku rastiyên têkildarî qetilkirina siyasetmedaran de aşkera bike.

(fr)