Çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser koma alîgirên Şamê: 1 kuştî, 3 birîndar

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li bejahiya başûrê Dêrazorê de çekdarekî alîgirê hikumeta Şamê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser koma alîgirên Şamê: 1 kuştî, 3 birîndar
1 ÇILE, 2024   13:44
NAVEDNA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞ’ê di çend saetên dawîn de êrişî nuqteyên çekdarên alîgirên hikumeta Şamê yên li cihên petrolê yên Kesîba, Mezera û Xerata yên bejahiya başûrê Dêrazorê kir û di navbera her du aliyan de şer derket.

SOHR’ê da zanîn ku di encamê de parêzvanekî karwanên petrolê yê koma "Qatercî" hat kuştin û 3 çekdarên alîgirên hikumeta Şamê birîndar bûn, her wiha yekî din hat revandin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, sala 2023’yan di 174 êrişên çeteyên DAIŞ’ê de li bejahiya Dêrazorê, Reqa, Humis, Siwêda, Hema û Helebê 171 sivîl û 412 leşkerên Şamê û alîgirên wê hatin kuştin. Her wiha 46 çeteyên DAIŞ’ê di şerê li hemberî hêzên hikumeta Şamê û êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatin kuştin.

(bb)