Li Minbicê civîneke fireh li ser pêngavaˊJi Abdullah Ocalan re azadîˊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên der barê pêngava ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîˊ de civîneke fireh li dar xist.

Li Minbicê civîneke fireh li ser pêngavaˊJi Abdullah Ocalan re azadîˊ
Li Minbicê civîneke fireh li ser pêngavaˊJi Abdullah Ocalan re azadîˊ
Li Minbicê civîneke fireh li ser pêngavaˊJi Abdullah Ocalan re azadîˊ
Li Minbicê civîneke fireh li ser pêngavaˊJi Abdullah Ocalan re azadîˊ
7 ÇILE, 2024   17:17
MINBIC

Ji bo şîrovekirina pêngava ˊJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasîˊ ku li 74 navendên cîhanê hatiye destpêkirin, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê civîneke girseyî li dar xist. Civîn bi beşdariya endamên meclisên kantonê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantonê û bi dehan xelkê kantonê li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate lidarxistin.

Di civînê de endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Husam El Şewax bandorên komploya navneteweyî şîrove kirin û wiha got: "Armanca sereke ya komployê şoreşa ku Rêbertî li qada Rojhilata Navîn bingeh daniye û bi pêş xistiye fireh nebe û vîna gelan a xwe spartine fikir û felsefeya şoreşgerî bişikînin."

El Şewax wiha domand: "Tecrîda li ser Rêbertî dewama komployê li dijî gelê herêmê ye. Ji ber ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên bindest modeleke bêhempa ye. Li ser vî esasî pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate dest pê kirin."

Dûre li ser komployê sînevîzyonek hate pêşkêşkirin û civîn bi diruşmên ˊbê serok jiyan nabeˊû ˊşehîd namirinˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA