Zîpikê zirar da çandiniyê
Li navçeya Amûdê ji ber barîna zîpikê zirar li zeviyên genim û sebzeyan bû.
Duh (Duşemê) li navçeya Amûdê zîpik bariyabû. Di encamê de zurar li zeviyên çandiniyê bû.
Li gorî agahiyên ku Gerînendetiya Çandiniyê ya Amûdê, dane nûçegihanên me, zirar li zeviyên li gundên Hemdûn, Talikê û Til Kêfê bûye.
Gerînendetiyê destnîşan kir ku zirar li zeviyên genim, kemûn û sebzeyan bûye, lê rûbera zerardîtî û rêjeya xisarê aşkera nekir.
(bb)