Hêviya koçberan: Em cejna bê li warê xwe pîroz bikin

Koçberên ji Serêkaniyê diyar kir ku hêviya wan a yekane di cejna Remezanê de ew e ku dagirker ji warê wan derkevin û ew vegerin warê xwe.

9 nîsan, 2024   13:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Şêniyên Serêkaniyê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji warê xwe koçber bûne û li Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê dimînin, hêviyên xwe yên cejna Remezanê parve kirin.

Mûsa Xeco got: “Dema em li bajarê xwe Serêkaniyê bûn, her kes li hev kom dibû û cejn pîroz dikir. Xelkê serdana hev din dikir. Şêranî û pêwîstiyên cejnê dikirîn. Li Serêkaniyê 13 malên me hebûn. Ev mal jî berhemên keda min a salan e. Lê piştî em koçber bûne ji bilî vê konê biçûk ku têra 2 kesan nake, tiştek din li cem min tune ye. Hêvî dikim di vê kêliyê de vegerim bajarê xwe. Ji bilî vê hêviyê tiştekî din naxwazim. Kêliya ez bigihêjim bajarê xwe bila bimirim.”

Fatma Mihemed jî got: “Li Serêkaniyê maleke me ya mezin hebû ku têra me hemûyan dikir, lê niha em 10 kes di konekê de dimînin. Berê me hemû cureyên şêraniyan çêdikirin, me cil û şêraniyên cejnê dikirîn, me serdana goristanên şehîdan û xizmên xwe dikir. Saniya em ji mala xwe derketin, jiyana me hat guhertin. Em tiştên pêwîst tenê amade dikin. Hêvî dikim ku Cejna Remezanê ji bo tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna xêr û ewlehiyê be. Hêviya min vegerim mala xwe û li wir cejnê pîroz bikim.”

Her wiha Mihemed Ehmed jî hêviyên xwe wiha anîn ser ziman: “Ji 5 salan ve em rojên zehmet li Kampa Waşûkanî derbas dikin. Ez tevî malbata xwe ya ji 7 kesan pêk tê, li vê çadirê dimînin. Beriya dagirkirinê em di rojên cejnê de bi rihetî û ewlehî li mala xwe dijiyan, lê niha her tişt xemên me zêde dike. Rewşa me ya madî zehmet e, lewra ez bi deynan pêwîstiyên cejnê dikirim. Hêviya me ya yekane ew e ku em vegerin malên xwe û li vir bi xizmên xwe re pîrozbahiya cejnê bikin.”

(bb)

ANHA