Berpirsê partiyeke lubnanî kuştî hat dîtin

Berpirsê Partiya El Quwat a Lubnanê Baskal Silêman ku duh hatibû revandin, li Sûriyeyê kuştî hate dîtin.

Berpirsê partiyeke lubnanî kuştî hat dîtin
9 nîsan 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê Partiya El Quwat a Lubnanê Baskal Silêman beriya rojekê li bajarokê Cibêl ê Lubnanê ji aliyê komekê ve hatibû revandin. Artêşa Lubnanê ragihand ku Baskal Silêman kuştî li Sûriyeyê hatiye dîtin.

Di daxuyaniya Fermandariya Artêşa Lubnanê de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Îstîxbaratê ya Artêşa Lubnanê kesên ku Silêman revandiye, destgîr kirine. Hate diyarkirin ku kesên ku Silêman revandiye, sûriyeyî ne. Di daxuyaniyê de hate gotin, ew kesan li xwe mikur hatin ku dema hewl didan erebeya Silêman Baskal bidizin, ew kuştin.

Fermandariyê diyar kir ku ji bo wergirtina cenaze dê bi desthilatên Sûriyeyê hemahengiyê re bikin.

Piştî ragihandina kuştina koordînatorê Partiya El Quwat a Lubnanê li herêma Cibêl alozî derket û li deverên Dewra, Zehla û Zewq Misbeh kombûn çêbûn.

Serokê Hikumeta Demborî ya Lubnanê Necîb Mîqatî bi daxuyaniyekê ev pêkanîn şermezar kir û sersaxî ji malbat û endamên Partiya Quwat re xwest. Her wiha diyar kir ku dê lêkolînan dewam bikin heta kujeran sewqî edaletê bikin.

Mîqatî got: “Di van şert û mercên dijwar de em bang li her kesî dikin ku xwe ragirin û bi gotegotan nexapin.”

)bb)

ANHA