Zeyneb Celaliyan banga boykotkirina hilbijartinên 1’ê Adarê kir

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgehê bi peyamekê bang li welatiyan kir ku hilbijartina sibe ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê boykot bikin.

Zeyneb Celaliyan banga boykotkirina hilbijartinên 1’ê Adarê kir
29 sibat, 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku bi salane di girtîgehên rejîma Îranê de tê ragirtin û êşkencekirin, têkildarî hilbijartina sibe ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê peyamek parve kir.

Celaliyan di peyama xwe de bang li gelê Rojhilatê Kurdistan û gelên din yên li Îranê dike ku hilbijartinê boykot bikin.

Zeyneb Celaliyan di dewama peyama xwe de dibêje: “Ji ber min daxwaza mafên gel kir ez li girtîgehê de têm hiştin. Ji ber wê daxwaza min jî ji we ewe ku sibe li malên xwe de bimînin û tevlî hilbijartinê nebin.”

Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2008’an de li Kirmaşan hat binçavkirin û bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.