Zarokên şehîdan hatin xelatkirin

Rêveberiya Dibistana Kewkeb El Tifûle û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê 170 xwendekarên dibistanê xelat kirin.

Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
29 sibat, 2024   13:46
REQA

Ji bo teşwîqkirina zarokan û bi armanca pêşkêşkirina piştgiriya manewî, Rêveberiya Dibistana Kewkeb El Tifûle ya zarokên şehîdan diyarî li xwendekarên dibistanê belav kirin û xwendekarên serkeftî xelat kirin.

Dayikên xwendekaran, rêveberiya dibistanê, endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî ya kantonê tev li şahiya xelatkirinê bûn.

Di şahiyê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û îşaret bi rola dayikan di mezinkirina zarokan de kir.

Zelîxe wiha domand: "Ew zarok pêşeroja me ya geş in. Em fedakariyên bavên wan silav dikin ku bi saya wan em li vir li hev civîn û ewlehî li welat pêk hat."

Dûre dayikên xwendekarên serkeftî û mamosteyên dibistanê hatin xelatkirin. Piştre xwendekaran şanoyek têkildarî rola şehîdan pêşkêş kir û gelek stranên zarokan gotin.

Her wiha xwendekarên serkeftî jî hatin xelatkirin.

Dibistana Kewkeb El Tifûle 14`ê Îlona 2022`yan li Reqayê ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate avakirin. 170 xwendekar tê de dixwînin.

(şx)

ANHA