'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'

Welatiyên ku tevlî kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn gotin, "Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye, lewma divê em hemû ji bo azadiya wî têbikoşin". 

'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'
'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'
'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'
'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'
'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'
'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'
'Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye'
29 sibat, 2024   12:49
QAMIŞLO

Li bajarê Qamilşo di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de komkirina îmzeyan didome. 

Ekîbên kampanyayê li nava kolanên bajar mal bi mal digerin û ji xelkê îmzeyan digirin. Welatiyên ku germahî pêşwaziyê dikin û îmzeyan di avêjin jî, hestên xwe vedibêjin. 

Welatiyê bi navê Nêçîrvan Faris Îbrahîm, got; "Em dixwazin Serokê me azad bibe. Eger xwediyek me hebe ew jî Serokê me ye. Hêviya wî ji hemû gelê Kurd heye ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

Welatiyê bi navê Kawa Ebid El-Rahman jî diyar kir ku ew azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û ji bo wê dê têbikoşin.

Kampaniya komkirina îmzeyan ku 9'ê Sibatê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ve hatibû destpêkirin, li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.

(eg-ta/a)