Yekitiya Jinên Êzidî Cejna Batizmî pîroz kir

Yekitiya Jinên Êzidî Cejna Batizmî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştiyê li tevahî cîhanê.

Yekitiya Jinên Êzidî Cejna Batizmî pîroz kir
11 ÇILE, 2024   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Civaka êzidî bi taybetî eşîra Çêlka li Rojava di van rojan de Cejna Batizmî pîroz dike. Cejn di hefteya duyemîn a piştî sersala mîladî de dest pê dike û 7 rojan dewam dike.

Bi vê boneyê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava peyama pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de hêvî hate kirin ku ev cejn bibe wesîleya xêr û aştiyê li tevahî cîhanê.

Di roja yekemîn a cejnê de êzidî cilan dişon, di rojên duyemîn û sêyemîn de xêr ji bo miriyan tê belavkirin, di roja çaremîn de sewal tên serjêkirin û goşt tê belavkirin, her wiha şêranî tên çêkirin û nanê taybet ji bo cejnê tê pêjandin. Her wiha di roja 5’an de zarok li nav malan digerin û şêranî li wan tê belavkirin, di roja 6’an de navber e, her wiha di roja 7’an de goşt tê kelandin û cejna anku sersala kurmancî ya ku dikeve 14’Çileyê, tê pîrozkirin.

(bb)

ANHA