Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan

Ciwanên navçeya Şêranê ya kantona Firatê bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" meşek li dar xist.

Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
Li Şêranê meşa ciwanan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan
11 ÇILE, 2024   13:07
KOBANÊ

 Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de meşek li navçeya Şêranê ya kantona Firatê li dar xist. Meşê li pêş Dibistana Şêranê dest pê kir û li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Di mîtîngê de hevseroka nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatme Osman axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd hêvî ye û got dê têkoşînê geş bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Fatmê Osman di dawiya axaftina xwe got: "Em ê her tim li ser pêyan bin, heta Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de bibînin."

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(sş)

ANHA