Rojnameyên erebî: Hesasiyeta dîplomatîk nehişt Îsraîl bersivê bide

Helwesta Îsraîlê a li hemberî êrişa Îranê, aloziya avê ya di navbera Bexda û Enqere de, her wiha geşedanên li Lîbyayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Hesasiyeta dîplomatîk nehişt Îsraîl bersivê bide
18 nîsan 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê nakokiya Îsraîl û Îranê de nûçeyek bi sernavê "Îsraîl fikirî ku derbeyeke bi lez a tolhildanê bide Îranê, lê paşde vekişiya" weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Îsraîlê wekî bersivdayîna êrişa Îranê ya li ser xaka wê ku dawiya hefteya borî kiribe, fikirî ku derbeyên bi lez ên tolhildanê bide Tehranê lê di dawiyê de helwesta xwe guhert. Di nûçeyê de hate gotin: "Televîzyona giştî ya Îsraîlê ragihandibû ku serokwezîr Benjamin Netanyahu piştî danûstandina bi serokê DYA’yê Joe Biden re, biryar da ku planên berê ya destpêkirina êrişên tolhildanê li dijî Tehranê pêk neyne."

Li gorî  rojnameyê; rayedarekî payebilind ku nexwest navê wî were parvekirin got "Hesasiyetên dîplomatîk rolek lîstin (...) Bêguman dê bersivek hebe, lê dê ji ya ku di destpêkê de hatibû plankirin cûda be. "

’ERDOGAN HEWAYA SERDANA XWE YA LI IRAQÊ BI AXAFTINA LI SER LIVANDINA PIRSGIRÊKA AVÊ XWEŞ DIKE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser serdana serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan a Iraqê ku tê payîn hefteya bê pêk bîne. Di nûçeyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku "Erdogan çareserkirina nakokiyên li ser pirsgirêka avê yên di navbera welatê xwe û Iraqê de wek mijareke girîng a armanca serdana xwe ya nêzîk bo Bexdayê diyar kiriye. Çavkaniyên siyasî ev yek wekî gotinên siyasî yên vala û peyama pesindayînê ya ji aliyê serokê AKP’ê  ve ji bo rayedarên iraqî nirxandin. Hikumeta Erdogan hewl dide têkiliyên xwe bi Iraqê re geş bike da ku destkeftiyên aborî û ewlehî yên zêdekirin bi dest bixe, lê pirsgirêka avê ne di rojeva wî de ye. Her wiha vê pirsgirkê wekî çareseriyekî ji derveyî bazariya nabîne ku ji salan ve bi rêya wê hewl dide ser desthilata Iraqê ferz bike."

’PIŞTÎ ÎSTÎFAYA BATÎLÎ Û PAŞDEXISTINA LIHEVKIRINAN DÎ DÎMENA LÎBYAYÊ DE NEZELALBÛN HEYE’

Rojnameya El Beyan cih da aloziya Lîbyayê. Hate gotin "Piştî îstîfaya nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê Ebdullah Batîlî û piştî paşxistina kongreya lihevkirina niştimanî ya ku dihat payîn 28’ê Nîsanê li bajarê Sirtê hatiba lidarxistin, aloziya Lîbyayê ber bi rewşeke nezelal ve diçe. "

Hate gotin: "Li gorî çavdêran îstîfaya ji nişka ve ya Batîlî îfadeya binkeftina civaka navneteweyî li Lîbyayê. Di heman demê de îfadeya gûrbûna şer di nava hêzên mezin ên li hundirê Lîbyayê an herêma beravî an jî çolbûnê bi taybetî di navbera Rûsya û DYA’yê de ye."

(bb)

ANHA