Rêya parastina yekparebûna Sûriyeyê nenavendîbûn e

Beşdarên atolyeya li Tebqayê hatiye lidarxistin, diyar kir ku ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîstî bi nenavendîbûnê heye.

31 gulan, 2025   16:43
TEBQA

Yekitiya Parêzeran a kantona Tebqayê bi hevkariya Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantonê têkildarî pêkanîna rêgeza navendîbûnê li Sûriyeyê û rola wê di pêşxistina performansa darayî û îdarî de atolyeyek organîze kir. Atolye bi sernavê "Danezana destûrî, bingeha qanûnî ya rêveberiya xwecihî û pêşxistina rêbazên nenavendîkirinê û mekanîzmeya bicihanînê" hat lidarxistin.

Gelek mijar di atolyeyê de weke; xwezaya qanûnî ya danezana destûrî, naverok, rêgeza nenavendî ya rêveberî, hatin nîqaşkirin. Atolye bi amadebûna endamên Yekitiya Parêzeran, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriay Pêşerojê, Meclisa Tebqayê, li hola kafeteryaya "Beytune" anku "mala me" li Tebqayê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Yekitiya Parêzeran a Tebqayê Mehmûd Xebaş axivî û got: "Armanca vê atolyeyê, ew e ku bi rêya şîrovekirina çarçoveya destûrî û qanûnî ya ji bo rêveberiya xwecihî, nirxandina asta pêkanîna nenavendîbûnê li Sûriyeyê, nîqaşkirina rêbazên pêşxistina performansa darayî û îdarî ya meclisên xwecihî, xurtkirina zelaliyê û beşdariya gel di biryardanê de, werin lêkolînkirin û nîqaşkirin."

Xebaş wiha domand: "Ji têgehên şaş tên naskirin ku nenavendî ber bi avakirina dewletokan ve diçe û ya rast ew e ku yekparebûna welat diparêze û destûrên fireh dide mecislan ji bo rêveberina herêmên xwe. Li gelek dewletan vê yekê bi xwe re encamên girîng û mezin anîne."

Her wiha Xebaş diayr kir ku nenavendî asta geşepêdan û geşkirinê zêde dike, ji ber ku rêveberiya her herêmekê dikare bi kûrahî xem û pirsgirêkên xwe nas bike û di dayîna biryaran de serbest e, bêyî ku li bûrokrasiyê vegere û li benda perspektîvên navendê yên dereng be.

Li aliyekî din jî endamê yekitiyê Xalid Hec Ebdullah axivî û got: "Nenavendî bi rêbazeke çewt hatiye pênaskirin û naskirin, weke ku hatiye navendê rake û jê cuda be. Lê bi vê yekê re tê diyarkirin ku ew têgeh şaş hatiye fêmkirin."

Ebdullah diyar kir ku di pergala nenavendiyêd e hin mijar weke aliyê siyasî ya welat, hêzên leşkerî û aliyê aborî navendî dimînin. Lê di heman demê de nenavendî pergala rêveberî ye ku mafan di nava gel de bi awayekî adilane parve dike û bûrokrasiyê ku pêşxistina civakan de asteng dike, bi dawî dike."

Di nîqaşên beşdaran de hate gotin ku li Sûriyeyê pêwîstî bi pêkanîna nenavendîbûnê heye û ew weke rêya ewle ya siberojeke baştir ji bo Sûriyeyiyan e.

(fr)

ANHA