Xwediyên deraseyan amadekariyên çinînê dikin

Bi nêzîkbûna demsala çinînê li herêma Cizîrê re, xwediyên deraseyan dest bi amadekariyên xwe kir. Lê bihayê mazotê yê bilind bandorê li lêçûnên xebitandinê û heqê çinînê dike.

18 nîsan, 2026   05:20
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Xwediyên deraseyan ji bo çinîna ceh û genim dest bi amadekirina deraseyên xwe kiriye. Yek ji gavên herî girîng ên berî destpêkirina demsala çinînê amadekirina deraseyan e. Parçeyên sereke yên deraseyê ji hev têne vekirin û bi tevahî têne kontrolkirin da ku karîgeriya wan baştir bibe û îhtîmala xirabûna di dema çinînê de kêm bibe.

Li derdora Amûdê, Ridwan Şêxo Ehmed mijûlî amadekirina deraseya xwe ye. Ew wê kontrol dike û kêmasiyan sererast dike. Ew 35 sal e di vî warî de dixebite. Şêxo dibêje: “Em di destpêka biharê de dest bi amadekirina deraseyan dikin û wan amade dikin da ku di demsala çinînê de xirab nebe.”

Şêxo diyar kir ku pirsgirêkên herî girîng ên ku ew îsal pê re rû bi rû ne, pirsgirêka bilindbûna bihayên mazotê ye. Şêxo got ev zêdebûn ne tenê bandorê li xwediyên deraseyan dike, lê bandorê li cotkaran jî dike, ev tê vê wateyê ku her du alî jî dibe ku bixisirin.

Şêxo diyar kir ku bilindbûna bihayê mazotê rasterast dibe sedema zêdebûna lêçûnên xebitandinê, di nav de heqê çinînê û bihayên parçeyên yedek. Şêxo destnîşan kir ku niha her tişt bi bihayê mazotê ve girêdayî ye û hêviya xwe anî ziman ku bihayên mazotê dê kêm bibin.

Her wiha Şêxo got berê heqê çinîna donimeke erd berê di navbera 5 û 6 dolaran de bû, lê bilindbûna bihayên mazotê hişt ku ew bifikirin ku heqê çinînê bikin 10 dolar, bi taybet piştî ku bihayê bermîlek mazotê du qat zêde bû. Ev jî dê bandoreke neyînî li cotkaran bike.

Mesûd Reşad ê xwediyê deraseyekê jî ku zêdetirî 40 salan di vî warî de xebitiye, mijûlî guhertin û çêkirina parçeyên deraseyê ye. Reşad da zanîn ku îsal ji bilî bilindbûna bihayên mazotê, bihayên parçeyên yedek jî zêde bûye. Reşad diyar kir ku lêçûnên xebitandina deraseykê ne tenê bi sotemenî û parçeyên yedek in, lê di heman demê de mûçeyên karkeran jî heye û got: "Ji bo xebitandina her deraseyekê 3 karker hewce dikin.”

Reşad aşkera kir ku mûçeyên karkeran zêde bûne. Di demsala borî de, şofêrekî 600-700 dolar distandin lê îsal mûçe dibe ku 1000 dolarî derbas bike.

Reşad got: "Lêçûna tevahî ya her deraseyekê dikare bigihêje 9 hezar dolaran, bêyî lêçûnên lênêrîn û sererastkirinê ku ev yek barekî darayî dide ser milê kesên ku di vî warî de dixebitin."

Reşad di dawiyê de diyar kir ku divê pirsgirêka mazotê were çareserkirin an heqê çinînê were destnîşankirin, wekî ku di salên berê de dihat kirin.

(k)

ANHA