El Şeri: Danûstandinên bi Îsraîlê re ji bo Colanê girêdayî rêkeftina ewlehiyê ye

Serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri ragihand ku dibe hikûmeta wî bi Îsraîlê re der barê Colanê de bikeve danûstandinan û destnîşan kir ku her naskirina mafê Îsraîlê li ser Colanê ji aliyê her welatekî ve ne derbasdar e.

El Şeri: Danûstandinên bi Îsraîlê re ji bo Colanê girêdayî rêkeftina ewlehiyê ye
17 nîsan, 2026   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri diyar kir ku dibe ew bi Îsraîlê re ji bo herêma Colanê danûstandinan bikin, eger her du alî lihevkirinek ewlehiyê bi dest bixin wê hêzên Îsraîlê ji deverên ku piştî hilweşandina rejîma Baasˊê ketinê derkevin.

El Şeri di rûniştineke diyalogê li Foruma Dîplomatîk a Antalyayê li Tirkiyeyê de got: "Îsraîl peymana vekişînê ya 1974'an bin pê dike. Îro em ji bo gihîştina peymaneke ewlehiyê dixebitin ku Îsraîlê ji nav axa Sûriyeyê ku piştî hilweşîna rejîma Baasê dagir kiribûn, derkeve û vegera xetên 1974'an, her wiha danîna qaîdeyên nû yan peymana vekişînê vedigerînin yan jî peymaneke nû îmze dikin ku ewlehiya her du aliyan garantî bibe."

El Şeri diyar kir ku eger peymanek çêbibe, "dibe ku em beşdarî danûstandinên demdirêj bibin da ku pirsgirêka Colana dagirkirî çareser bikin" û destnîşan kir ku "naskirina mafê Îsraîlê li ser Colana dagirkirî ya Sûriyeyê ji hêla her welatekî ve ne derbasdar e."

Îsraîlê di şerê sala 1967'an de hin beşên bilindahiyên Colanê kontrol kirin û di sala 1981'an de ew bi temamî îlhaq kir, lê ji bilî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), civaka navneteweyî ev yek nas nekir.

Piştî hilweşîna rejîma Baasê di Kanûna 2024'an de, Îsraîlê bi sedan êrişên esîmanî li ser navendên leşkerî yên Sûriyeyê kirin û hêzên xwe li herêmeke tampon a di bin çavdêriya NY de ku hêzên Îsraîlî û Sûrîyeyî li Colanê ji hev vediqetîne, bi cih kirin. NY ev yek wekî binpêkirina peymana vekişînê bi nav kir.

(ac/fr)

ANHA