‘Hevgirtina civakî bingeha avakirina bawerî û aramiyê ye’

Çalakvanan got bi hevgirtina civakî dê bawerî di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bi pêş bikeve û aramî li herêmê çêbe.

‘Hevgirtina civakî bingeha avakirina bawerî û aramiyê ye’
‘Hevgirtina civakî bingeha avakirina bawerî û aramiyê ye’
‘Hevgirtina civakî bingeha avakirina bawerî û aramiyê ye’
18 nîsan, 2026   04:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Çalakvan û perwerdekar Mihemed Beşîr Hesen El Haşimî anî ziman ku hevgirtina civakî bingeha pêşxistina bawerî û aramiya li Sûriyeyê ye û got: “Civaka Sûriyeyê di aliyê neteweyî, olî û etnîk de gelekî dewlemend e. Bi hevgirtinê re dê dawî li zimanê nefretê, şer û krîzan were û ahengê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de çêke. Sûriye dikare hemû pêkhateyên hembêz bike û di şert û mercên zehmet de wan biparêze. Eger hevgirtina civakî nebe, dê parçebûn çêbe û şerê mezhebperestî gurtir bibe. Hevnegirtin bandoreke neyînî li ser aramiya civakî dike. Tevlihevî, feqîrtî, şerê navxweyî û pevçûn çêdibin, ev yek jî dê bibe sedema hilweşandinê.”

Hesen diyar kir ku Sûriye ji bo ji nû ve were avakirin pêdivî bi xebateke komî heye. Di vê rewşê de hevgirtin çareseriyeke baş e da ku Sûriye bi lez were avakirin.

Her wiha çalakvanê mafên mirovan Macid El Koko jî girîngiya hevgirtina civakî nirxand û got: “Hevgirtin bingeha aramiya dewletê ye û eger şer û krîz çêbin, dewlet bi hevgirtina xwe ya civakî dikare li ser lingan bimîne û hilneweşe. Bi rêya dezgehên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl û panelan çanda hevgirtina civakî dikare were belavkirin. Eger hevgirtina civakî nebe dê civak ji hev belav bibe, zimanê nefretê û provokasyon bi pêş bikevin. Di encama vê yekê de dibe ku şerê navxweyî çêbe.”

Macid El Koko wiha dawî li gotinên xwe anî: “Eger têkiliyên civakî yên pêkhateyên Sûriyeyê xurt bibin, dê bawerî bi pêş bikeve û aramî çêbe.”

(np)

ANHA