Xurtkirina parastinê rojeva serdana Cooper a ji kampa Holê re bû

Fermandarê CENTCOM`ê amîral Charles Brad Cooper serdana Kampa Holê kir, rewşa kampê û xurtkirina hevkariya ewlehiyê û mirovî nîqaş kir.

Xurtkirina parastinê rojeva serdana Cooper a ji kampa Holê re bû
3 îlon, 2025   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Hanan ji Ronahî TV`yê re axivî û ragihand ku fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) amîral Charles Brad Cooper serdana Kampa Holê kir, ji bo ku rewşa kampê, xurtkirina hevkariyê ji bo parastina kampê nîqaş bike. Cîhan destnîşan kir ku ji bo parastina ewlehiya niştecihan û rêgirtina li pêşiya gefên muhtemel ên di nava kampê de, koordîneya navneteweyî girîng e.

Hemwextî serdanê, zehmetiyên ewlehiyê û mirovî yên di nava kampê de berdewam in ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê dihewîne. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dîtina çareseriyên daîm ji kampê re, gelek caran bang kiriye.

Beriya serdanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewla revandina 56 kesan ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji Kampa Holê ya başûrê bajarê Hesekê, têk biribû.

(şx)