Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

Dengbêj Suleyman Kabûl (Silêman Şirnexî) ku xwîn çû ser mejiyê wî û demekê felç bûbû, di 73 saliya xwe de koça dawî kir.

Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir
3 îlon, 2025   20:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengbêj Suleyman Kabûl (Silmanê Şirnexî) ku li gundê Cêman ê navçeya Silopiya ya Şirnexê hate dinê û ji zarokatiya xwe ve kilam digotin, di 73 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Şirnexî yê ku di Gulana 2022'yan de xwîn çûye ser mêjiyê wî û bi temamî felcî bûbû, ji wê rojê ve nikaribû biaxive û di nava nivînan de bû.

Şîna Şirnexî wê li Mizgefta Nebî ya gundê wî Cêmanê bê danîn.